Dapîre Reina û çîroka Tiracîdîya ya Kurd
Dapîre Reina temenê wê nêzîkî 90 salane. Yeke ji hevwelatîyên tircîdîya ya Enfalê. Zîndan û eşkencedana Nûgre Selman dîtîye. Hêj azar û eşkenceya Hecac, cegerşewtînê, enfalkirina kur û kiçek û nevîyên xwe di dilda helgirtîye.
K24- Kerkûk
Dapîre Reina temenê wê nêzîkî 90 salane. Yeke ji hevwelatîyên tircîdîya ya Enfalê. Zîndan û eşkencedana Nûgre Selman dîtîye. Hêj azar û eşkenceya Hecac, cegerşewtînê, enfalkirina kur û kiçek û nevîyên xwe di dilda helgirtîye.

Dapîre Reina û kesûkarên wê di waya salên heştêyan de li sedeya burî, ji alîyê artêşa Îraqê ve, reşbigîrane hatin girtin û şandin bîyabanên başûra Îraqê.
Hecac ku yek bû ji pildarên rijêma Beis a Îraqê di zîndana Nûgre Selman de eşkence ya hevwelatîyên Kurd yên enfalkirî dida. Dapîre Reina yeke ji qurbanîyên destê wî pildarê Beisê û bi kêbilan Dapîre Reina eşkence daye.

Dapîre Reina xelka gundê Celemord a bajarokê Çemçemale. Di Enfalê de, kurek û kiçek 23 nevîyên xwe û bûk û zavayê xwe û 53 xizm û kesên nêzîkên wê hatîne enfalkirin.
Niha, rewşa tenduristîya dapîre Reinayê ne ya akincî ye û li nexweşxaneyê ye. Ew tevî azarên xwe, lê bîrwerîya bihêze û niha jî li bîra wê ye ka çawa Hecacî hevwelatç li sêdare didan û bi kêbil li wan didan.
/resources/files/2020/02/98787998767657654765.jpg
Dapîre Reina tevî azarên leşê xwe, hêj çaverê vegeran term û rufatên zaro û nevîyên xwe û kesûkarên xwe yên enfalkirîye, ku biryare di evan nêzîkan de hejmareka rufatên wan bihên vegerandin bo Çemçemal.
Di meha Tîrmeha 2019yê, goreke bi kom li bîyabana Semawe hat heldan û rûfata 170 enfalkirîyan jê deranîn. Ku dîroka şehîdkirina wan bo sala 1988 vedigere. Piştî cudakirina wan li pizîşka dadî li Bexdayê û wergirtina nimûneyên hestîyên wan, biryare di demeka nêzîk de bihên vegerandin bo Çemçemal.
Ji bilî evê gora bi kom, bi dehan gorên din yên hevşêwe li bîyabanên başûra Îraqê ne û hêj nehatîne vekirin û kesûkarên wan jî 32 salin li benda vegerandina termên wan enfalkirîuyane.