Li Iraqê, NATO cihê Hevpeymaniya Navdewletî digre

Li Iraqê NATO cihê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê digre

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Iraqê NATO cihê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê digre.

Berpirsek Amerîkî eşkere dike, ku NATO di plana wê de ye, cihê Amerîka li Iraqê bigre û ji vir û pê ve, NATO serokatiya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê bike.

Bo vê mebestê jî, hefteya bê wezîrên bergiriyê yên welatên endamên NATO dicivin.

Berpirsek Amerîkî dibêje, bi biryara NATO Trump dilxweş e, jiber ku beriya niha Serokê Amerîka daxwaz ji NATO kiribû, rola xwe di Rojhilata Navîn de zêdetir bike.

Nûnera Amerîka di NATO de dibêje, NATO erkê rahênan bi hêzên Iraqî digre ser xwe û Hevpeymaniya Navdewletî tenê mijûlî operasyonên dijî terorê dibe.

 

 

C.B