Tirkiye 200 barhilgirên din ên serbazî derbasî Idlibê dike

Artêşa Tirkiyê karwaneke din ku ji 200 barhilgirên serbazî pêk tê derbasî Idlibê kir.

K24 – Navenda nûçeyan

Artêşa Tirkiyê karwaneke din ku ji 200 barhilgirên serbazî pêk tê derbasî Idlibê kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, artêşa Tirkiyê 200 barhilgirên serbazî ku çek, tank, otombîl û kelûpelên serbazî hilgirtibûn, derbasî Idlibê kir.

Ev şandina hêzê ji aliyê Tirkiyê ve bo Idlibê di demekê de ye, artêşa Sûriyê di çend rojên bûrî de gelek pêşketin li Idlib kiriye û hejmareke mezin ji gundan ji çekdaran kontrol kiriye û hejmarek ji xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê jî li navçeyên di destê artêşa Sûriyê de ne mane.

Li gor zanyariyên Rewangehê, Artêşa Tirkiyê ji destpêka vê mehê ve, zêdetir ji 1650 barhilgirên serbazî derbasî Idlibê kirine û hejmara serbazê wê jî li wê herêmê gihîştiye 6500 serbazî.

 

 

S. B