Enqere: 4 xalên çavdêriyê li herêma di bin kontrola artêşa Sûriyê de ne

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê radigihîne, 4 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê ketine rûbera di bin kontrola artêşa Sûriyê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê radigihîne, 4 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê ketine rûbera di bin kontrola artêşa Sûriyê de.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di hevpeyvînekê ligel ajansa “Associated Press ” de ragihand, artêşa Sûriyê li herêma “kêmkirina aloziyan” a Idlibê, dest daniye ser rûberekê ku 4 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê û xalên din ên serbazî lê ne.

Akar tekez kir jî, Tirkiyê hêzên xwe ji xalên çavdêriyê yên li bakurê rojavayê Sûriyê venakişîne û wan ferman daye serbazên xwe, bersiva her êrîşekê bidin.

Hulusî Akar da zanîn jî, ew bi rêya Rûsya givaşê li ser Hikûmeta Sûriyê dikin, ta xwe ji derdora riya navdewletî M-5 ya Heleb - Şam vekişînin.

Li Idlibê 12 xalên çavdêriyê yên Tikiyê hene, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar berî çend rojan gotibû, ew xalên çavdêriyê têra xwe hatine amadekirin û ji bo her cure êrişê jî di amadebaşiyê de ne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê pêr ragihandibû, artêşa Sûriyê êrîşî hêzeke wê kir û di encamê de 5 serbazên Tirk hatin kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûn.

Wezareta berevanîyê ya Tirkiyê duhî jî ragehand, di bombebarana wan liser pêgehên artêşa Sûriyê de, 51 serbazên Sûrî kuştine, du tankên serbazî têkşikandine û dest bi ser tangeke din de jî dagirtine.

 

S. B