Putin û Erdogan tekeziyê li bicihkirina rêkeftinên Idlibê dikin
Serokatiya Rûsyayê aşkere dike, naveroka pêwendiyeke telefonî a si navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê de aşkere dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokatiya Rûsyayê aşkere dike, naveroka pêwendiyeke telefonî a si navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê de aşkere dike.
Serokatiya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, her du serokan rewşa Sûriyê û aloziya li herêma kêmkirina aloziyan li Idlibê derketine guftûgo kirin.
Herwiha di pêwendiya telefinî de, Putin û Erdogan tekezî li ser girîngiya bicihkirina hemû xalên rêkeftinên Rûsî – Tirkî û têgihîştina Sûçî di nav de jî kirine.
Di çend rojên bûrî de aloziya li Idlibê zêde bûye, bi taybet kuştina hejmarek ji serbazên Tirkiyê ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve, ku du caran rastî êrîşan hatibûn, carekê 7 û cara din jî 5 serbazên Tirkiyê hatibûn kuştin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro jî gefên tund li artêşa Sûriyê xwar û ragihand, heger serbazekî din ê Tirkiyê li Idlibê birîndar bibe, ewê hêzên rêjîma Sûriyê li kû derê bin armanc bikin, heta ku derveyî sînorê têgihîştina Sûçî de bin jî.
S. B