Erebên Qamişlo êrîşî hêzeke Amerîkî kir
Hêzên Amerîkî welatiyekî Ereb li başûrê rojhilatê Qamişlo kuşt û çekdarekî hêza Berevaniya Niştimanî jî birîndar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Erebên gundekî Qamişlo êrîşî ser hêzeke Amerîkî kir, Hêzên Amerîkî jî bersiv da û welatiyekî Ereb kuşt û çekdarekî hêza Berevaniya Niştimanî jî birîndar kir.
Peyamnêra K24ê li Qamişlo Lava Esed da zanîn, dema otombîlên serbazî yên Amerîk di gundê Xibit Emo yê rojhilatê Qamişlo re derbas dibûn, hejmarek ji welatiyên gund ên Ereb li xaleke çekdarên Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve, rê li wan otombîlên Amerîkî Amerîkî girtin û bi keviran êrîşî wan kirin.
Peyamnêra me diyar kir jî, hêza Amerîkî bersiva wê êrîşê da û welatiyekî Ereb hate kuştin û çekdarekî Berevaniya Niştimanî birîndar bû.
Gundê Xirbit Emo li başûrê rojhilatê bajarê Qamişlo ye û di bin kontrola hêza HSD û asayişê de ye û hêza Berevaniya Niştimanî ya ser bi Hikûmeta Sûriyê ve jî lê ye, xelkê wê jî ji Erebên Xemir in.
Peyamnêra me got jî, hêza Amerîkî, hêzeke zêdetir şande wî gundî û helîkopterên Amerîkî li li esmana gundê difirin.
Hîna aloziya li gundê Xirbit Emo di navbera hêzên Amerîkî û Erebên wî gundî de berdewam e.
S. B