Hevpeymaniya Navdewletî daxuyaniyek derbarê bûyera Qamişlo de belav kir
Hevpeymaniya Navdewletî derbarê rûbirûbûna îro ya hêzên Amerîkî û alîgirên rêjîma Sûriyê li Qamişlo de daxuyaniyek belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî derbarê rûbirûbûna îro ya hêzên Amerîkî û alîgirên rêjîma Sûriyê de li Qamişlo, daxuyaniyek belav kir.
Peyvdarê Serbazî yê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins li twiter xwe belav kir, dema hêzên Hevpeymaniya Navdewletî manora xwe encam dida, li nêzîkî Qamişlo rûbirûyî rêbenedeke ser bi rêjîma Sûriyê bû.
Diyar kir jî, Hêzên Hevpeyamniya Navdewletî ew hêz agahdar kir ji bo rûbirûbûn durist nebe, lê bi çekê sivik li aliyê kesên nenas ve teqe hat kirin, hêzên wan jî berevanî li xwe kirin û bersva da.
Amaje bi wê da, dawî li aloziyê hat û niha lêkolînê li ser wê bûyerê dikin.
Ev yek di demekê de ye, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li gundê Xirbit Emo yê ser bi Qamişlo ve hêzên Amerîkî çekdarekî ser bi artêşa Sûriyê ve kuşt û lêdaneke esmanî jî li navçeyê encam da.
Tîma K24ê di dema bûyerê de wêneyên zindî veguhastin û tê de derket, ji encama rûbirûbûna her du aliyan, gelek teqe hat kirin, ji bilî hêzên ser bi artêşa Sûriyê ve jî, çend otombîlên serbazî yên Rûsî jî li cihê boyerê bûn.
S. B