Supa ya Pasdaran soz dide zilleyeke bihêz li welatên rojava bixe
Supa ya Pasdarên ji egera her hewlekê bo duristkirina gêreşokê di navxweya Komara Îslamî ya Îranê de, hoşdarîya weşandina zilleyeka bihêz dide dezgehên hewalgirîyên welatên rojava.
K24- Hewlêr
Supa ya Pasdarên ji egera her hewlekê bo duristkirina gêreşokê di navxweya Komara Îslamî ya Îranê de, hoşdarîya weşandina zilleyeka bihêz dide dezgehên hewalgirîyên welatên rojava.
Hicetulîslam Husên Tayîb, serokê fermangeha hewalgirîya Supaya pasdarên Îranê di hevpeyvînekê de bo ajansa Faris a nîv fermî ya Îranê dûpat kir, di wê pergalê de, rojavayî û kirêgirtîyên wan di hindûr Îranê de dê rûbirûyê zilleyeke bi azar a dezgeha hewlgirîya Îranê bibin. Got jî: di egereka weha de, em temaşakar nabîn.
Taîyêb got: Dezgeha hewlgirîya Îranê gelek bi başî haydarê pilanên dijminane ku dixwazin kirêgirtîyên xwe bikar bihînin bo duristkirina gêreşokîyê di nav Îranê de.
Amaje bi wê yekê jî kir, dijminên Îranê vîyan bi rêya fişara abûrî xelkê naçar bikin daku çend girûpên gêreşokgêr durist bikin, lê xweragirî ya îranîyan beranbera bi wan fişaran hewl û pilanên Emerîkayê pûç kirin.
Behsa wê yekê jî kir, piştî ku Qasim Suleymanî, fermandar Feyleqa Qudisa Supaya Pasdaran ji alîyê Emerîkayê ve hate kuştin, cengê hewalgirîya Tehranê li gel Waşintunê kevtîye di qonaxeka nû de, rêveberîya Emerîkayê baca gelek mezin ji hebûn hêzên wê li deverê dê bide.
Çavkanî: Ajansa Faris