Rûsya 156 zarokên DAIŞê vegerandine

Rûsya vegerandina 156 zarokên DAIŞê ji Sûriye û Iraqê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya vegerandina 156 zarokên DAIŞê ji Sûriye û Iraqê ragihand.

Komisyara Mafên Zarokan li Rûsya Anna Kuznetsova li baregeha Rêxistina Ewlehî û Hevahengiyê li Viennayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji sala bûrî ve û heta niha 156 zarok ji Sûriye û Iraqê bo Rûsya hatine vegerandin.

Anna Kuznetsova diyar kir, berî çend rojan jî Rûsya 26 zarokê din ji Sûriyê vegerandibûn Moskoyê.

Rêveberiya Xweser pêştir çendîn caran ragihandibû, bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên xwedî regeznameyên biyanî li cem wan hene û ew jê re barekî giran e û daxwaz ji welatan kiribû, endamên xwe yên DAIŞê werbigirin.

 

S. B