Berf riyên parêzgeha Hewlêr û Duhokê digire

Îro berf li piraniya gund û bajarên Herêma Kurdistanê dibare, di encamê de jî piraniya rê û pireyan hatine girtin û daxwaz ji welatiyan tê kirin, agahdar bin û di riyên girtî re çûnûhatinê nekin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro berf li piraniya gund û bajarên Herêma Kurdistanê dibare, di encamê de jî piraniya rê û pireyan hatine girtin û daxwaz ji welatiyan tê kirin, agahdar bin û di riyên girtî re çûnûhatinê nekin.

Qeymeqamê Soranê Kurmanc Izet di daxuyaniyekê de ragihand, welatiyên navçeyê agahdar dikin ku riyên di navbera Hewlêr – Soran, Soran – Hacî Omeran, Sîdekan – Mêrgesor – Helîfan – Raniya, ji encama barîna berfê hatine girtin.

Qeymeqamê Soranê welatiyan agadar dike, çûnûhatinê li wan navçeyan nekin, heta tîmên taybet wan riyan vedikin.

Qeymeqamê Soranê daxwaz ji xwediyên kompanyayên karta taybet û xwediyên amûreyên treks, krêder û amûreyên dike hevkariyê bikin û riyan vekin.

Di peyameke din de, Qeymeqamê Soranê aşkere kir, ji ber barîna berfeke zor, biryar hat dayîn dibistan îro venebin.

Herwiha peyamnêrê K24ê li Duhokê da zanîn, ji ber barîna berfê û selametiya welatiyan, biryar hat dayîn li hemû dam û dezgehên hikûmî bihnvedana fermî be.

Diyar kir jî, li seranser parêzgeha Duhokê berf dibare û ji ber barîna berfê, hejmarek ji riyên sereke yên parêzgehê jî hatine girtin.

 

 

S. B