Tirkiye: 55 serbazên Sûrî li Idlibê hatine kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 55 serbazên artêşa Sûriyê li Idlibê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 55 serbazên artêşa Sûriyê li Idlibê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li gor dawî zanyariyên ji gelek jêderan hatine, li Idlibê 55 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin.

Li devera Idlibê aloziya di navbeyna rejîma Sûriye, Hêzên Rûsya û Tirkiye de ev çend roj in berdewam e. Artêşa Sûriyê jî hejmarek ji serbazên Tirkiyê kuştibûn.

Li hemberê jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, wan bersiva êrîşên artêşa Sûriyê dane û 51 serbazên Artêşa Sûriyê kuştibûn û 2 tank şikandine û tanekeke din jî desteser kirine.

Duhî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, heger serbazekî din ê Tirkiyê li Idlibê birîndar bibe, ewê hêzên rêjîma Sûriyê li kû derê bin armanc bikin, heta ku derveyî sînorê têgihîştina Sûçî de bin jî.

 

S. B