Rojhilatnasê Rûsî: Idlib xaka Sûriyê, ne ya Tirkiyê ye
Çavdêriyê siyasî û rojhilatnasê Rûsî Qestentîn Tsursev radigihîne, rêkeftina Sûçî ji bo standina çekdan ji teroristan bû, heger Tirkiye bi erkê xwe ranebe, artêşa Sûriyê dê bi wî erkî rabe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çavdêriyê siyasî û rojhilatnasê Rûsî Qestentîn Tsursev radigihîne, rêkeftina Sûçî ji bo standina çekdan ji teroristan bû, heger Tirkiye bi erkê xwe ranebe, artêşa Sûriyê dê bi wî erkî rabe.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan molet dabû artêşa Sûriyê heta dawiyê vê mehê, ji derdora Idlibê vekişe piştî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li wê parêzgehê, Tirkiye dê wê bi hêzê neçar bike vekişe. Di wê derbarê de Rojhilatnas Qestentîn Tsursev ji Moskoyê veji K24ê re ragihand, ev daxwaza Tirkiyê li dijî wan rêkeftinên sêalî yên Astana û rêkeftina Sûçî ye.
Qestentîn Tsursev diyar kir, li gor wan rêkeftinan, divê li başûr û rojhilatê Idlibê û li derdora parêzgeha Hema, Laziqiye û Helebê navçeyek bêçek bihata avakirin. Divê Tirkiyê ev herêm ava bikira û çek ji grûpa Desteya Tehrîr El Şamê girtiba, lê Tirkiyê ev xal bich neanî. Rûsya jî li ser zimanê Wezîrê Derve Lavrov 5 caran Tirkiye bi vê xalê agadar kir, heger rewş wiha berdewam bike, dê artêşa Sûriyê neçar bimîne van navçeyan ji teroristan pak bike, ji ber wê jî artêşa Sûriyê bi erêkirina Rûsya û Îranê derbasî wan navçeyan dibe.
Derbarê tometên Tirkiyê, ku dibêje artêşa Sûriyê sivîlan armanc dike, Tsursev got: Ev ne rast e, êrîş û topbaran tenê li ser pêgehên teroristan e. Ji aliyekî din ve, terorist û serkirdeyên wan ên diyar bi otombîlên artêşa Tirkiyê dihatin Idlibê û ev yek jî belgekirî ye.
Derbarê erkên xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê de, got jî: Li gor rêkeftina Sûcî ev xalên çavdêriyê yên Tirkiyê hene, lê ev ne hezkirinek bi Tirkiyê re hatine danîn, belkû ji bo Tirkiye çekan ji teroristan bistîne hatine danîn. Ti îradeyek li cem Sûriye û Rûsyayê tune ye, ev herêm ji Sûriyê bê cudakirin.
Derbarê rewşa riya navdewletî ya M-5 de, got: “Dema plana Sûçî hat danîn, ji bo çek ji teroristan bê standin, heger Tirkiyê erkên xwe bicih neyîne, divê artêşa Sûriyê wê armancê pêk bîne û li dawiyê jî ev xaka Sûriyê ye, ne ya Tirkiyê ye.”
Amaje bi wê jî da, danûstandinên li ser rewşa Idlibê yên li Enqere di navbera Rûsya û Tirkiyê de bê encam bûn, ev danûstandin dê vê carê li Moskoyê berdewam bikin, lê heger Tirkiyê daxwazên ne pêkan bike, dê ew daxwaz pêk neyin.
Tekezî li wê yekê jî kir, li Sûriyê bi ti rûbirûbûn di navbera hêzên Rûsî û Tirkî de rû nadin.
S. B