Dîmeşq biryarekê li dijî Enqere dide

Civata Gelê Sûriya bi teva ya dengan biryarek pesind kir û têde hatîye, Komkujîya Ermenîyan di dema dewleta Ûsmanî de bi tawan didîn zanîn û şermezar dikîn.

K24- Hewlêr

Civata Gelê Sûriya bi teva ya dengan biryarek pesind kir û têde hatîye, Komkujîya Ermenîyan di dema dewleta Ûsmanî de bi tawan didîn zanîn û şermezar dikîn.

Di biryarê de, tekez hatîye kirin: Civata Gel komkujîya Ermenan bi destê Ûsmanîyan di destpêka sedeya bîstem de, bi tawan nav dike û şermezar dike, herweha her hewlekê jî, ji alîyê her alîyekê ve be, şermezar dike ku îtirafê bi evê tawanê neke.

Hemûde Sebax, serokê Civata gelê Sûriya (Perleman) di dema rûniştina evro de got: Sîyaseta niha ya Tirkiyê dirêjdana wê tawanê ye, û tekez jî kir, tawanên hovane dijî gelan bi burîna demê ji nav naçe, nemaze ku Ûsmanîyeta nû bi serkirdatîya Erdogan peyrewê heman şêwazên tawanên berê dike.

Serokê Civata Gelê Sûriya amaje bi wê yekê jî da, biryardan û şermezarkirinê watayeka dî ya giring heye, ew jî ewe ku rêgirîyê li her hêzekê dike ji wan jî rijêma Erdoganî, daku careka dî biwêrîyê nedin xwe tawanên weha bêzever dûbare bikin.