Rûsya daxwaz ji Tirkiyê dike, ji daxuyaniyên tûnd dûr bikeve

Wezareta derve ya Rûsyê daxwaz ji Tirkiyê dike, ji daxuyaniyên tûnd dûr bikeve.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Rûsyê daxwaz ji Tirkiyê dike, ji daxuyaniyên tûnd dûr bikeve.

Ofîsa Zanyarî û rojnamevaniyê li Wezareta Derve ya Rûsiyê de di daxuyaniyekê de ragihand, ew ji daxuyaniya Serokê MHPê Dewlet Baxçelî ya derbarê kuştina serbazên Tirkiyê li Îdlibê matmayî mane ku Rûsiyê bi kuştina wan tohmetbar kiribû.

Di daxwiyaniyê de daxwaz ji Tirkiyê kir ku xwe ji daxuyaniyên tund dûr bixe û diyar kir ku ew derbarê rewşa Sûriyê digel berpirsên Tirkiyê di peywendiyê de ne û piştevaniya bicîhkirina rêkeftina Soçî ya derbarê rewşa Îdlibê dike.