Êrîşa mûşekî hemberî K1 li Kerkûkê

Ligor agahdariyan ji Ajansa France Press êrîşek mûşekî hemberî binkeya K1 a Hêzên Amerikî li nêzîkî Kerkûkê rû da ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor agahdariyan ji Ajansa France Press êrîşek mûşekî hemberî binkeya K1 a Hêzên Amerikî li nêzîkî Kerkûkê rû da ye.

Heta niha tu agahdariyên ziyanên êrîşê nehatine eşkere kirin.

Îro, 40emîn roja kuştina Qasim Suleymanî ye û êrîş di vê rojê de pêkhatiye.

Dawiya sala berê jî, di êrîşek hemberî heman binkeyê serbazek Amerikî hatibû kuştin. Bi egera vê yekê Amerika êrîşî milişyatên Heşda Şabî kiribû, ku wan jî ji alî xwe ve êrîşî Balyozxaneya Amerika kirin û têk dan. Di encama vê yekê de Amerika êrîşî otombilên Qasim Suleymanê û Mehdî Muhendis û çendîn berpirsên Heşda Şabî û Îranî kir û kuştin.

Di encama van bûyeran de aloziyek mezin di navbeyna Îran û Amerika de pêkhat.

Ligor dawî zanyariyan, firokeyên America bi ser binkeya K1 de difirin…

Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Amerika ji K24 re diyarkir, ku: Tu ziyanên canî ji encama êrîşa ser K1 çênebûn e...

 

 

C.B