Piştî nêzîkî 8 salan artêşa Sûriyê fewca 46 kontirol kir
Piştî nêzîkî 8 salan artêşa Sûriyê fewca 46 li gundewarê Helebê kontirol kir.
K24- Hewlêr
Piştî nêzîkî 8 salan artêşa Sûriyê fewca 46 li gundewarê Helebê kontirol kir.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, Artêşa Sûriyê di dawî pêşvçûnên xwe de li gundewarê rojava ya Helebê û piştî 8 salan fewca 46, ku li sala 2012yê ji dest dabû, careka din li gel Orim Elsuxra û çend deverên din kontirol kir. Ev jî piştî şereke dijwar di navbera wan û girûpên çekdarên opizisyonê de.
Riwangehê amaje kirîye jî, ku niha tenê sê kîlometir di navbera artêşa Sûriyê û bajarê Etarib de maye.
Her li gor ku hatîye belavkirin, hevdem 150 serbazên hikumeta Sûriyê hatibûn kuştin di çarçove ya operasyona opizisyonê de bo ser ketîbe ya 46 ku dikeve rojavaya bajarê Helebê.