Tirkiyê 100 barhelgirên serbazî û locistî derbazî Sûriyê kir
Tirkiyê 100 barhelgir derbazî Sûriyê, kir ku kelûpelên serbazî û locistî li xwe digirt.
K24- Hewlêr
Tirkiyê 100 barhelgir derbazî Sûriyê, kir ku kelûpelên serbazî û locistî li xwe digirt.
Riwangeha Sûriya Ya Mafên Mirov raghandîye, artêşa Tirkiyê di 24 demjimêrên burî de nêzîkî 100 barhelgir ku ji alîkaryên serbazî û locistî pêk dihat ji dergehê Kefer Lusîn yê bakura Îdilbê derbazî Sûriyê kir.
Li gor hatîye belavkirin, ew hêz û alav li xalên çavdêrîyê yên Tirkî li gundewarê Me'eret Misrîn ku dikeve gundewarê Îdilbê û bajarokê Cîne li roavaya Helebê hatin belavkirin.
Riwangehê dazanîn jî, bi vê yekê hejmara barhelgir û serbazên Tirkî ku artêşa Tirkiyê derbazî Sûriyê kirîne, ji dûyê vê mehê ve heya niha gehaye 1900 barhelgran û 6 hezar û 500 serbazan.