NY: Rewşa Lîbyayê bi awayekî metirsîdar berdewam dike

Li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayîşî ya Munchenê de, wezîrên derve yên gelek welatan bo gotûbêjkirina rewşa Lîbyayê civiyan. Netewên Yekgirtî dibêje, heta niha 150 car agirbest hatiye binpêkirin û dorpêça ser şandina çekan jî bê bandor bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayîşî ya Munchenê de, wezîrên derve yên gelek welatan bo gotûbêjkirina rewşa Lîbyayê civiyan. Netewên Yekgirtî dibêje, heta niha 150 car agirbest hatiye binpêkirin û dorpêça ser şandina çekan jî bê bandor bû.

Di berdewamiya Konferansa Asayîşê ya Munchenê de, hejmareke zêde wezîrên derve û berpirsiyarên welatan, bi armanca gotûbêjkirina rewşa Lîbayê  civiyan. Alî rêkeftin ku dorpêça li ser şandina çekan berdewam bike û xebat bo agirbesteke karîger were kirin.

Almanya û Netewên Yekgirtî ji bo şandina çekan û alîkariya serbazî bo aliyan hişyariyê didin û dibêjin, divê agirbest neye binpêkirin.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas got: “Em bi awayekî vekirî axivîn ku li deverê hejmarek binpêkirina dorpêçiya şandina çekan heye. Her çend em negihiştibin hemû armancan jî, tiştê hatiye pêşniyazkirin wek berdewamiya xebatên çend hefte berê ye."

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî dibêje, gelek caran agirbesta Berlînê ya 19'ê Çileya 2020an gelek caran hatiye binpê kirin.

Cîgira Nûnerê Taybet yê Netewên Yekgirtî bo Lîbya Stephanie Williams jî bal kişand ser lawazbûna agirbesta Lîbyayê û dide xuyakirin, rewş bi benekî zirav girêdayî ye û got: "Rewşa Lîbyayê, bi awayekî metirsîdar berdewam dike. Agirbest di rewşeke lawaz de ye ku heta niha 150 caran hatiye binpêkirin. Dorpêçiya li ser şandina petrolê aboriya xelkê lawaz. Herî girîng jî azarên xelkê Lîbyayê berdewam in." 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrob jî got, hebûna wan tevî akterên din bi armanca alîkarîkirina xelkê Lîbyayê ye ku hewl didin alîkariya Netewên Yekgirtî bigihe deverê.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve Yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got: "Civîneke mifadar bû. Biryara Encûmena Netewên Yekgirtî jî bo parastina agirbestê heye. Ji bo proseya siyasî ya ji vir û pê ve girîng e. Tirkiye tenê bawerî bi çareseriya siyasî tîne. Divê êriş û binpêkirinên Hefter bên rawestandin. Civîna pişt vê li Romayê dê were encamdan."

Lîbya bi awayeke kirdarî ji hêla du hikûmetan vê tê birêvebirin. Her çend Netewên Yekgirtî Hikumeta Faîz Serac nas dike jî, parlamena Lîbyayê li Binxazî di kontrola Xelîfe Hefter de ye. Rûsya, Firansa û Îmarat û Misir piştevaniya rêveberiya Binxazî ya Xelîfe Hefter dikin. Tirkiye, Qeter û Îtalya piştevaniya hikûmeta Trablûsê ya Faîz Serac dikin.

Tirkiye heta niha hezaran çekdarên Sûrî bi armanca parastina Trablûsê şandine Lîbyayê û rexne li Rûsyayê digre ku çekdarên kirêgirtî yên Wagner li Lîbyayê hember hikûmeta Trablûsê bikar tîne.

 

S. B