Tiramp dixwaze sînorekî dane ji piştevanîya Rûsiyê ji rjîma Sûriyê re

Koçka Sipî ragehand, serokê Emerîkayê dixwaze sînorekî dane ji piştevanîya Rûsiyê ji rjîma Sûriyê re li Îdilbê.

K24- Hewlêr

Koçka Sipî ragehand,  serokê Emerîkayê dixwaze sînorekî dane ji piştevanîya Rûsiyê ji rjîma Sûriyê re li Îdilbê.

Di daxuyanîyekî de Koçka Sipî raghandîye, di peywendeyeke telefonî de li gel serokkomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, serokê Emerîkayê Donald Tiramp dilgiranîya xwe nîşan da ji bilindibûna asta şer li Îdilbê û supasîya Erdogan kir li ser karê wî yê rêgirtin li ber çêbûna karesateka mirovî li  bakura Sûriyê.

 di wê  daxuyanîyê de hatîye jî, ku serokê Emerîkayê dixwaze sînorekî ji piştevanya Rûsiyê ji rjîma Sûriyê re dane.

Di derbarê Lîbya de jî, Tiramp ji Erdogan re gotîye: Destêwerdana zêde di karûbarê Lîbyayê de, rewşa wî welatî dê xirbtir bike.