Artêşa Sûriyê xaleka serbazîya Tirkiyê topbaran kir û yekn jî dorpêç kirîye
Piştî kontirolkirina 32 deveran li gundewarê Helebê artêşa Sûriyê xaleka serbazîya Tirkiyê li wê deverê topbaran kir û her li wê deverê xaleke din jî dorpêç kirîye.
K24- Hewlêr
Piştî kontirolkirina 32 deveran li gundewarê Helebê artêşa Sûriyê xaleka serbazîya Tirkiyê li wê deverê topbaran kir û her li wê deverê xaleke din jî dorpêç kirîye.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, piştî kontrolkirina tevahya rojavayê Helebê artêşa Sûriya xaleka serbazî ya Tirkiyê li gundê Şêx 'Eqîl topbaran kir û di encamê de hejmarek ji serbazên Tirkiyê birîndar bûn.
Riwangehê belav jî kirîye, li gel pêşbveçûnên artêşa Sûriyê li gundewarê Helebê xaleka çavdêrîya din ya artêşs Tirkiyê ji alîyê hikumetê ve hatîye dorpêç kirin , ew jî xala 'Endan li rojavaya Helebê.
hatîye belavkirin jî ku di 24 demjimêran de artêşa Sûriyê karîye 32 gund û bajarokan li gundewarê Helebê kontrol bike. Ev yekem care, piştî sala 2011yê rijêma Sûriyê dikare tevahîya rojavaya gundewarê Helebê kontirol bike. Li gor Riwangehê li gel pêşveçûnên artîşa Sûriyê hejmara koçberan jî zêde bûye û di dema 21 rojan de jî bêtir ji 400 hezar kes koçber bûne.