Artêşa Sûriyê rizgarkirina tevaya Helebê ragehand
Artêşa Sûriyê piştî ku taxa Elzehra li rojavaya bajarê kontirolî kir, rizgarkirina tevaya bajarê Helebê ragehand. Herweha piştî rûbirûbûnê li gel Bereya Nusre, herdû bajarên Herîtan û Endan li gundewarê bakûra rojavayê Helebê kontirol kirin.
K24- Hewlêr

Kenal Mîyadîn jî, aşkera kirîye, ku artêşa Sûriyê gundên Heyan, Bîyanun û Tel Misbîn li gundewarê bakûra Helbê rizgarkirîne piştî vekişana Bereya Nusre ji wan gundan.
Herçende artêşa Sûriyê li sala 2016yê tevaya Helebê kontirol kiribû, lê ew bajar her cihê armanca Desteya Teherîr Elşam (Berê ji xwe re digotin Elnusre) û girûpên derdora rojava û bakûra wî Helebê û gund û bajarokên rojava ya wê bû.