Kremlin red dike Putin hêz şandibe Lîbyayê
Peyvdarê Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) radigihîne, Serokê Rûsyayê heta niha ti fermanek derbarê şandina hêzên bo Lîbyayê nedaye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) radigihîne, Serokê Rûsyayê heta niha ti fermanek derbarê şandina hêzên bo Lîbyayê nedaye.
Di konferanseke rojnamevanî de, Peyvdarê Kremlinê Dmitry Peskov di pirsa rojnamevanekî de ragihand, Vladimir Putin Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar ên Rûsyayê ye û wî heta niha ti fermanek ji bo şandina serbazên Rûsî bo Lîbyayê nedaye.
Peskov tekez kir jî, ti serbazî Rûsî li Lîbyayê nîn e.
Pêştir “BBC” belav kiribû, termê efserekî Rûsî li herêma Orenburg hat bi xakê hat spartin, eger heye ew efser li Lîbyayê hatibe kuştin.
Pêştir Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan Rûsya tometbar kirin, ew milmilaneya li Lîbyayê di asta herî bilind de birêve dibe.
S. B