Piştî 9 salan ji rawestandinê Firokxaneya Helebê dikeve kar
Piştî 9 salan ji rawestandinê, Firokxaneya Navdewletî ya Helebê careke din dikeve kar û dest bi geştên xwe yên esmanî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî 9 salan ji rawestandinê, Firokxaneya Navdewletî ya Helebê careke din dikeve kar û dest bi geştên xwe yên esmanî dike.
Wezîrê Veguhastinê yê Sûriyê Elî Mehmûd ragihand, Firokxaneya Navdewletî ya Helebê ji roja Çarşema bê 19ê mehê vê careke din dest geştên xwe dike.
Diyar kir jî, yekem geşt ji Şamê bo Helebê dibe û piştre geştên bo Şam û Qahîra Paytexta Misrê tên plankirin.
Firokxaneya Navdewletî ya Helebê ku duyem mezintirîn firokxaneyên Sûriyê ye, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê ji sala 2011an ve hatibû rawestandin.
Destbikarbûna Firokxaneya Navdewletî ya Helebê piştî wê yekê tê, artêşa Sûriyê ji duhî ve pişketinên diyar li derdora Helebê kirine û bi dehan gund û bajarokên rojavayê Helebê kontrol kirine.
S. B