Lavrov: Tundrew ji îdlibê vekişin pirsgirêk çareser dibin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, heger cîhadiyên tundrew ji Îdlibê derkevin, hemû kêşeyên Îdlibê dê çareser bibin û da xuyakirin, rêkeftina Rûsya û Tirkiyê jî, li ser cudakirina hêzên tundrew û miyanrew e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, heger cîhadiyên tundrew ji Îdlibê derkevin, hemû kêşeyên Îdlibê dê çareser bibin û da xuyakirin, rêkeftina Rûsya û Tirkiyê jî, li ser cudakirina hêzên tundrew û miyanrew e.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî Konferansa Asayîşê ya Munchenê, di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin, kilîtê çareseriya pirsgirêka Îdlibê, ji hev cudakirina terorîst û dijbereyên miyanrew e.
Lavrov got, rêkeftina di navbeyna Serokên Rûsya û Tirkiyê de jî, li ser vê bingehê ye, aliyên ku amade ne bi rejîmê re pêwendiyê deynin, divê ji yên tundrew bên cudakirin, ku Encûmena Asayîşa Navdewletî jî, ew wekî terorîst pênase kirine.
Da zanîn, piştî danîna xalên çavdêrî yên Tirkiyê, terorîstan ji pişt van xalan êrişî sengerên Artêşa Sûriyê û binkeyên Rûsyayê kirine û ew jî, bê bersiv nemane. Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê ew bêbandor kirine.
S. B