Tirkiye: Divê rêkeftina Sûçî were cîbicîkirin

Şandên Tirkiyê û Rûsyayê li Moskowê civiyan. Wezareta Derve ya Tirkiyeyê da xuyakirin, di civînê de kêmkirina aloziya Îdlibê û cîbicîkirina rêkeftina Sûçî hate gotûbêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandên Tirkiyê û Rûsyayê li Moskowê civiyan. Wezareta Derve ya Tirkiyeyê da xuyakirin, di civînê de kêmkirina aloziya Îdlibê û cîbicîkirina rêkeftina Sûçî hate gotûbêjkirin.

Şanda Tirkiyê bi serpereştiya Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal, li Moskowê bi hevpostên xwe re civiya. Wezareta Derve ya Tirkiye da wxuyakirin, di civînê de kêmkirina aloziya Îdlibê û pêşîgirtina karesata mirovî hatine gotêbêjkirin û tekezî li wê kirine ku rêkeftina Sûçî bi hemû xalên xwe were cîbicîkirin.

Li gor daxuyaniyê, civîna her du aliyan sibe jî dê berdewam bike.

Di vê mehê de 13 serbazên Tirkiyê di êrişên artêşa Sûriyê de li gundewarên Îdilbê hatibûn kuştin, herweha hejmarek ji xalên wê yên serbazî yê çavdêriyê jî ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatine dorpêçkirin. Ji bo vê yekê jî, Tirkiya daxwaz ji Rûsiya dike, rijêma Sûriyê ji wan deverên kontrol kirine dûr bike.

 

S. B