Yekîtîya Ewropayê sizayên nû li ser piştevanên rjîma Sûriyê sepand

Yekîtîya Ewropayê sizayên nû li ser 8 dezgeh û kesatîyên piştevanên rjîma Sûriyê sepand.

K24- Hewlêr

Yekîtîya Ewropayê sizayên nû li ser 8 dezgeh û kesatîyên piştevanên rjîma Sûriyê sepand.

Di daxuyanîyekî de Yekîtya Ewropayê navê 6 kes û 2 dezgehan xiste di lîsta sizadanê de ku piştevanên rjîma Sûriyê û Beşar Esed in.

Li gor ku hatîye belavkirin rjîma Sûriyê sûd ji çalakîyên wan sermayedaran dîtîye û bi taybetî bi rêya destserkirina erdê koçberên ku bi sedema şer revîne.

Heya niha Yekîtîya Ewropayê navê 277 kesan û 71 dezgehên  bi rjîma Sûriyê ve grêdayîne; xistîye di nav lîsta sizayan de.