Neteweyên Yekbûyî: Li bakura rojavaya Sûriyê 900 hezar kes koçber bûne

Neteweyên Yekbûyî ragehand, hejmara koçberan li bakura rojavaya Sûriyê gehiştîye 900 hezar kesan.

K24: Hewlêr

Neteweyên Yekbûyî ragehand, hejmara koçberan li bakura  rojavaya Sûriyê gehiştîye 900 hezar kesan.

Alîkarê sekiretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûy ji bo karubarên mirovî, Mark Lokok ragehand, ji 2019 ve û heya niha 900 hezar kes li bakura rojavaya Sûriyê koçber bûne û piranîya wan jin û zaro ne.

Got jî: Ew koçber di rewşeke gelek xirab de dijîn û êdî kamp jî nekarin wê hejmara mezin bihewîn in.

Lokok,  daxwaza rawestandina şerî kir li wê deverê û got, zanyarî ji wan re çûne, ku kampîn koçberan jî dibine armanca êrîşan; lewma divê şer bi zûtrîn dem raweste.

Got jî: Kesên ku di warê mirovî de jî kar dikin hatine kuştin û koçberbûne.