Daişê li Xaneqîn û Gulale 2 serbaz kuştin û yek jî birîndar kirin

Li Xaneqîn û Gulale dû serbazên Îraqî hatin kuştin û yek jî birîndar bû ji encama hêrişeka Daişê bo ser bazgeheka serbazî ya Îraqê.

K24- Hewlêr

Li Xaneqîn û Gulale dû serbazên Îraqî hatin kuştin û yek jî birîndar bû ji encama hêrişeka Daişê bo ser bazgeheka serbazî ya Îraqê.

Şane ya ragehandina ewlekarî ya Îraqê belav kirîye, di dema piroseyeka geryan û pişkinînê de li derdora bajarokê Xaneqîn, hejmareka çekdarên Daişê şêlkeyên gulleyan li serbazên artêşê kir û bi sedema wê serbazek hate kuştin.

 Li Nahye ya Gulale jî, çekdarên Daişê hêriş kirîne ser bazgehekê û di encam de, serbazek hate kuştin û yek din jî birîndar bû.