Rûsiya: Ev sal Emerîkayê zêdetir ji 13 karwanên serbazî derbazî rojhlata Fratê kirine

Wezareta bergiriya Rûsiyê ragehand, ji destipêka evê salê ve Emerîkayê zêdetir ji 13 karwanên serbazî derbazî rojhlata Fratê kirine.

K24- Hewlêr

Wezareta bergiriya Rûsiyê ragehand, ji destipêka evê salê ve Emerîkayê zêdetir ji 13 karwanên serbazî derbazî rojhlata Fratê kirine.

Serokê navenda lihevhatinê Olîg Goraflov ragehand, ji destipêka evê salê ve Emerîkayê 13 karwanên serbazî ji Îraqê derbazî Sûriyê kirine ku zêdetir ji 300 barhelgran li xwe digirtin.

Li gor wî berpirsê Rûsî ew barhelgir çek û cebilxane û  kelûpelên serbazî  û zêdetir ji 80 otombîlên serbazî li xwe digirtin.

Tekez jî kir, ku ew çek li şerê rojhelatê Firatê,  li djî artêşa Tirkiyê û herweha  li djî sivîlan jî tên bkanînin.