Rûsiya hatina hevwelatîyên Çînî bo welatê xwe qedexe dike
Mîxayîl Mîşostîn, serok wezîrên Rûsiyê, biryarek wajû kir, ku hatina her hevwelatîyeke Çînî li jêr her navûnîşankê qedexe kir.
K24- Hewlêr
Mîxayîl Mîşostîn, serok wezîrên Rûsiyê, biryarek wajû kir, ku hatina her hevwelatîyeke Çînî li jêr her navûnîşankê qedexe kir.
Li gor wê biryarê, ji roja pêncşemebîyê ve, Rûsiya rê nade ti hevwelatîyeke Çînî biçe welatê wan, heya eger ew hevwelatîyê Çînî bo xwîndin, kar, geştyarî û karê taybet jî bixwaze biçe Rusiya.
Ev biryara Rûsiya bi sedema teşenekirina Vayrosa Korona ye li Çînê û metirsîyên belavbûna wê li Rûsiya.
Korona dû hezar û 12 kes kuştîye û zêdetir ji 75 hezar kes tuşbûne, û ji evê hejmareyê 74 û 186 kes êo Çînê ne.