Erdogan: Ji nişka ve dest bi operasyona Idlibê dikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, ji nişkê ve di şevekê de ewê dest bi operasyona serbazî li Idlibê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, ji nişkê ve di şevekê de ewê dest bi operasyona serbazî li Idlibê bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di civîna bi parlemanterên partiya xwe re li Parlemana Tirkiyê ragihand, di hevdîtinên wan ên bi Rûsyayê re, wan ti encam bidest nexistine û ew ji hev gelekî dûr in.

Got jî: Heger li Suriyê moxatabên me biryarên Sûçî û Astana bi cîh neyînin, em neçar in bi serê xwe dest bi tevgerê bikin. Me ji wan re vekirî gotîye. Li Idlibê eger biryar bi cîh neyên, emê lidijî rêjime dest bi operasyonê bikin.

Erdogan Tekez kir, “Tirkiye hemû amadekarî ji bo Idlibê kirine. Di şevekê de ji nişkê ve emê werin. Li Idlibê operasyon dikare destpê bike. Pêwist e muxatabên me bizanin. Em dest ji Idlibê bernadin”.

 

S. B