Yekem geşta esmanî gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya Helebê

Piştî heşt salan ji rawestandinê, îro Firokxaneya Navdewletî ya Helebê kete kar û yekem geşta esmanî gihîşt wê firokxaneyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî heşt salan ji rawestandinê, îro Firokxaneya Navdewletî ya Helebê kete kar û yekem geşta esmanî gihîşt wê firokxaneyê.

Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, îro yekem geşta esmanî ji Firokxaneya Navdewletî ya Şamê gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya Helebê.

Rêvebirê Firokxaneya Navdewletî ya Helebê Mihemed Misrî ragihand, wan ziyanên gihîştibûn firokxaneyê çak kirine û ew niha amade ye pêşwazî li firokeyan bike.

Firokxaneya Navdewletî ya Helebê ku duyem mezintirîn firokxaneyên Sûriyê ye, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê ji sala 2011an ve hatibû rawestandin.

Destbikarbûna Firokxaneya Navdewletî ya Helebê piştî wê yekê tê, artêşa Sûriyê berî çend rojan kontrolkirina tevahiya Heleb û gundewarê wê ragihandibû.

 

S. B