Pedersen: Rewşa li Idlib û Helebê metirsîdar e

Encûmena Asayişa Navdewletî civînek ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê lidar xist.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Navdewletî civînek ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê lidar xist. Di civînê de Şanderê Navdewletî yê bo Sûriyê Geir Pederesen raporta xwe derbarê dawî pêşhatên meydanî, siyasî û mirovî xwend.

Şanderê Navdewletî Geir Pederesen ragihand, rewşa li bakurê Sûriyê metirsîdar e û kar û kiryarên dijminane li Idlib û Heleb berdewam e û şer li ser erdê û ji esman ve didome, ji ber wê rewşa mirovî gelekî xirap e.

Pederesen got, ew dixwazin hevtêgihiştinek di navbera Tirkiyê û Rûsiya de hebe ji bo kêmkirina aloziyan li wê deverê, herwiha got ku şer li Heleb û Idlib û Efrînê berdewam e û dilgiraniya xwe jî ji çalakiyên DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê anî ziman.

Herwiha Hevrêzkarê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarê mirovî ragehand ku ji destpêka vê mehê ji ber şer û aloziyan 100 sivîl li devera kêmkirina şer hatine kuştin ku piraniya wan zarok in, û da zanîn ku ew di hemahengiyê de ne ji bo derbaskirina alîkariyan.

 

S. B