Pentagon: Divê Tirkiye û Rûsya li Idlibê rûbirûyî hev nebin
Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) daxwaz ji Rûsya û Tirkiyê dike, li Idlibê xwe dûrî her rûbirûbûnekê bixin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) daxwaz ji Rûsya û Tirkiyê dike, li Idlibê xwe dûrî her rûbirûbûnekê bixin.
Peyvdarê Pentagonê Jonathan Hoffman ragihand, ew dibînin ku Tirkiye û Rûsya ji şerekî mezin nêzîk dibin û ew hêvî dikin ew her du welat riyekê bibînin û li Idlibê rûbirûyî hev nebin.
Duhî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan operasyona wan a serbazî li Idlibê tenê pêwendiya wê bi demê heye, ji nişkê ve di şevekê de ewê dest bi operasyona serbazî li Idlibê bikin.
Ji aliyê xwe ve, Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) derbarê hişyarî derbarê her operasyoneke Tirkiyê ya serbasî li Idlibê da û Peyvdarê Kremlinê Dmitriy Peskov got: “Ev xerabtirîn bijarde ye”.
ji aliyekî din ve, Şanderê Navdewletî Geir Pederesen ragihand, rewşa li bakurê Sûriyê metirsîdar e û kar û kiryarên dijminane li Idlib û Heleb berdewam e û şer li ser erdê û ji esman ve didome, ji ber wê rewşa mirovî gelekî xirap e. Ew dixwazin hevtêgihiştinek di navbera Tirkiyê û Rûsiya de çê bibe.
S. B