Cavuşoglu: Li ser Idlibê nêzîkbûn bi Rûsyayê re heye

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Cavuşoglu radigihîne, nêzîkbûnek di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derbarê rewşa Sûriyê de heye, lê ne di asta pêwîst de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Cavuşoglu radigihîne, nêzîkbûnek di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derbarê rewşa Sûriyê de heye, lê ne di asta pêwîst de ye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Cavuşoglu di hevpeyvînekê ligel kenala “TRT” de ragihand, wan bîr û baweriyên xwe gihandine aliyê Rûsî û danûstandinên wan berdewam in, lê ew negihîştine xala ku ew dixwazin.

Diyar kir jî, Rûsya ti nexşeyeke meydanî li Idlibê li ser wan ferz nekiriye, wan cihên xwe li Idlibê ji Rûsyayê re diyar kirine. Herwiha di demeke nêzîk de jî Serokên Tirkiye û Rûsyayê lihev dicivin.”

Da zanîn jî, biryarên derbarê Idlibê de di destê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de ne, ew jî li gor pêşhatên meydanî distîne.

Tekez kir jî, krîzeke mirovî ya herî xirap li Idlibê heye û welatê wî dê pêngavên pêwîst bo rawestandina wê krîzê bavêje.

Ev daxuyaniya Çavuşoglu di demekê de ye, Wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavor gotibû, danûstandin Rûsî û Tirkî li ser Idlibê negihîştine ti encamekê û astengkirina çareseriyê li Idlibê jî xistibû stûyê Tirkiyê.

 

S. B