“Hêzên Tirkî û grûpên wê xalên rêjîmê li Idlibê mûşekbaran dikin”
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, pêgehên hêzên rêjîma Sûriyê li bajarokê Neyreb li Idlibê mûşekbaran dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, pêgehên hêzên rêjîma Sûriyê li bajarokê Neyreb li Idlibê mûşekbaran dikin.
Rewageha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve bi tundî xalên rêjîma Sûriyê li bajarokê Neyrebê mûşek baran dikin.
Diyar kir jî, hêzên Tirkî û grûpên çekdaran li gundên Qimîns û Sermîn ketine tevgerê û tê pêşbînîkirin dest bi operasyoneke serbazî ya bejahî li ser gundê Neyrebê bikin.
Hefteya bûrî jî hêzên Tirkî û çekdaran êrîşî ser Neyrebê kiribûn û çend demijêran kontrol kiribûn, lê hêzên rêjîma Sûriyê ew bajarok careke vegerandibû.
Ev yek piştî wê tê, duhî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan operasyona wan a serbazî li Idlibê tenê pêwendiya wê bi demê heye, ji nişkê ve di şevekê de ewê dest bi operasyona serbazî li Idlibê bikin.
S. B