Li Îdlibê Rûsiyê 2 serbazên Tirkiye kuştin û 5 jî birîndar kirin

Li Îdlibê di encamê bombebarên firokeyên Rûsî de 2 serbazên Tirkiye hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

K24- Hewlêr

Li Îdlibê di encamê bombebarên firokeyên Rûsî de 2 serbazên Tirkiye hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

Wezareta Bergirî ya Tirkiyê da xuyakirin, li Îdlibê bi firokeyan êriş li hêzên wan hatiye kirin û di encam de 2 serbazan canê xwe jidest dan e û 5 serbaz jî birîndar bûn e.

Wezaretê da zanîn, ligor çavkaniyên herêmî, di şer û pevçûnan de, 50'yê zêdetir serbazên rejîmê hatine kuştin, 5 tank, 2 zirîpoş, 2 pîkapên biçek û topavêjek hatine jinavbirin.

Îro demjimêrên êvarê, bi piştevaniya hêzên Tirkiyê, çekdarên dijbereya Sûrî êriş li gundê Nêrib ê bin kontrola hêzên rejîmê kirin.

Herweha Tirkiyê ji Amerîkayê xwestiye Mûşekên Patriot li Hatayê hember Rûsyayê bicîh bike.