Rûsya: Firokeyên me Tankek, 6 zirîpoş û 5 otombêlên serbazî li bakurê Sûriyê jinav birin e

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê radighîne, Firokeyên wan ên Sû 24 Tankek, 6 zirîpoş û pênc otombêlên serbazî li bakurê Sûriyê jinav birin e.

K24- Hewlêr

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê radighîne, Firokeyên wan ên Sû 24 Tankek, 6 zirîpoş û pênc otombêlên serbazî li bakurê Sûriyê jinav birin e.

Navenda Himêmîm a lihevanîna Rûsyayê li Sûriyê ya ser bi Wezareta Bergirî ya Rûsyayê ve di daxûyaniyekê de ragihand, çekdarên Opozisyona Sûriyê bi piştevaniya topxaneya Tirkiyê û bi bikaranîna hejmareke zêde ya zirîpoşan êrîşî artêşa Sûriyê li eniyên Qmînaz- Nêreb kirin e.

Navenda Navbûrî ragihand jî, lêdanên Rûsyayê bûn sedem, ku artêşa Sûriyê êrîşan têkbişkîne û Firokeyên Rûsyayê, tankek,  6 zirîpoş û 5 otombêlên serbazî yên Opozisyonê li bakurê Sûriyê jinav birin e.

 Ji aliyê xwe ve , Wezareta Derve ya Rûsya daxwaz ji Enqerê dike, xwe ji daxûyaniyên tund derbarê Idlibê dûr bixe.