Rûsya daxwaz ji Enqerê dike, xwe ji daxûyaniyên tund dûr bixe

Wezareta Derve ya Rûsya daxwaz ji Enqerê dike, xwe ji daxûyaniyên tund derbarê Idlibê dûr bixe.

K24- Hewlêr

Wezareta Derve ya Rûsya daxwaz ji Enqerê dike, xwe ji daxûyaniyên tund derbarê Idlibê dûr bixe.

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Marya Zaxarova derbarê daxûyaniya Serokomarê Tirkiyê derbarê destpêkirina êrîşa ser Idlibê got, divê di rewşê weha de, kenalên danûstandinê yên pisporan bên vekirin, ji ber ku karînên wan kenalan gelekî bihêz in.