Makron êrîşên Sûriyê li ser Idlibê şermezar dike
Serokê Fransa êrîşên Sûriyê li ser Idlibê şermezar dike.
K24- Hewlêr
Serokê Fransa êrîşên Sûriyê li ser Idlibê şermezar dike.
Serokê Fransa Emmanuel Macron di dem a beşdarîbûna wî li Lûtkeya Yekîtiya Ewropa ragihand, ew bi tundtirîn awayî êrîşên Hikumeta Sûriyê liser Idlibê şermezar dike û got, li Idlibê yek ji xerabtirîn karesata mirovî pêk tê.
Ligorî Netewên Yekgirtî ji ber êrîşên Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê li ser gundewarên Heleb û Idlibê, nêzîkî yek milyon kes koçber bûn e.