Li Çînê, 180 kesên din bi sedema Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan

Li Çînê, 180 kesên din bi sedema Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan. Hejmara kesên bi vê vayrosê canê xwe ji dest dan e 2 hezar û 100 kes derbas kir.

K24- Hewlêr

Li Çînê, 180 kesên din bi sedema Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan. Hejmara kesên bi vê vayrosê canê xwe ji dest dan e  2 hezar û 100 kes  derbas kir.

Komîteya tendirustî ya Çînê ragihand, di 24 demjimêrên borî de, 180 kesên din bi sedema Vayrosa Korona li herêma Hubî canê xwe ji dest dan. Hevdem 673 kesên din jî, tûşî vê vayrosê hatine.  Ev jî, bi kêmtirîn hejmara tûşbûyan, di dema yek meha borî de tê hejmartin. Lê, hejmara wan kesên heya niha li Çînê tûşî vê vayrosê bûn e, gihişt 74 hezar û 500 kesan.