Artêşa Tirkiye û çekdarên opozisyonê ji Nêreb vekişiyan

Artêşa Tirkiyê û Çekdarên Opozisyona Sûriyê ji bajarokê Nêreb yê Idlibê vekişiyan

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê û Çekdarên Opozisyona Sûriyê ji bajarokê Nêreb yê Idlibê vekişiyan.

Li gorî medya nêzîkî Opozisyona Sûriyê, piştî çend demjimêran ji derbasbûna artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozsiyonê ji bajarokê Nêreb yê Idlibê re, ji wî bajarokî vekişiyan û artêşa Sûriyê carek din ew bajarok kontrol kir.

Piştî şerekî tund, Çekdarên Opozisiyonê û artêşa Tirkiyê derbasî bajarokê Nêreb bû bûn.

Di dema Operasyona bi ser Nêreb de, şer di navbeyna Hêzên Rûsya -Sûriye, Tirkiye û çekdarên opozisyonê de rû da bû. Tirkiye ragihandibû, ku 2 serbazên wê hatine kuştin, 5 jî brîndar in...

 

 

C.B