Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike pêşwazyê li penaberên Sûriyê bikin

Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Tirkiyê û welatên cîranên Sûriyê dike pêşwazyê li penaberan bikin.

K24- Hewlêr

Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji  Tirkiyê û welatên cîranên Sûriyê dike pêşwazyê li penaberan bikin.

Serokê Komisyona Blinda Karûbarên Mirovî li Neteweyên Yekbûyî, Fîlîpo Girandî ragehand, divê şerê li bakurê rojavayê Sûriyê raweste û rêyek bê dîtin jibo rizgarkirina canê xelkê li wê navçeyê.

Daxwaz ji Tirkiyê û welatên cîranên Sûriyê jî kir, ku rê li ber penaberan vekin û pêşwazîyê li hejmareke zêde ya penaberan bikin. Herweha daxwaz ji civaka navdewletî jî kirîye alîkarîya welatên ku penaberan dihewînin bikin.

Ji alyê xwe peyivdarê sekiretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Sitfan Dujarîk got: Tirsa wan li ser jîyana bêtir ji 3 milyon kesan li Îdilbê heye.

Got jî: Pirosêseke mirovî ya mezn wê  li ser sînorê li gel Tirkiyêbrêy birêve biçe jibo alîkarîya sivîlan, bi gotina wî  nêzîkî 900 barhilgir ji alîkarîyên mirovî ku keresteyên xwarinê li xwe digre wê ji  milyonek û 400 hezar kesên sivîl re li Îdilbê werin pêşkêşkirin.