11 serbazên Sûriyê û 14 çekdarên opizîsyonê li rojhelata Îdlibê hatin kuştin
11 serbazên hikumeta Sûriyê û 14 çekdarên opizîsyonê ji encama şerê di navbera her dû alîyan de li rojhelata Îdlibê hatin kuştin
K24- Hewlêr

Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirov belav kirîye . Di 24 demjimêrên burî de bi sedema tondîya şer û pevçûnên berdewam di navbera artêşa Sûriyê û girûpên çekdarên Opiozisyonê li bajarokê Nêreb li rojhelata Îdlibê, 11 serbazên hikumeta Sûriyê û 14 çekdarên opizîsyonê hatin kuştin.
Riwangehê raghand jî, firokeyên Rusiyê bajarokê Me'ert N'ûman li rojhelata Îdlibê û bajarokê Etarib li rojavaya Helebê bombebaran kir, di encam de dû welatîyên sivîl hatin kuştin.
Duhî artêşa Tirkiyê û çekdarên opizîsyona Sûriyê derbazî bajarokê Nêreb bibun, lê piştî derbazbûna wan bi çend demjimêran; vekişyan û artêşa Sûriyê careka dî ew bajarok kontiurol kir.