Nûtirîn amara Vayrosa Korona li Îranê

Keseke dî li Îranê bi sedema tûşbûnê bi vayrosa Korona canê xwe ji dest da. Mehemed Calyan.

K24- Hewlêr

Keseke dî li Îranê bi sedema tûşbûnê bi vayrosa Korona canê xwe ji dest da. Mehemed Calyan.

Evro Heynîyê, serokê zankoya pizîşkî ya Arak ragehand, jinea temen 79 salî li bajarê Sawe canê xwe ji dest da û pişkinînên berehîyê weha xuya dike ku ewê jinê Varosa Korona Hebûye.

Bi vê yekê jî hejmara wan kesên bo sedema Vayrosa Korona canê xwe ji dest dane gehişte sê kesan.

Ji alîyê xwe ve jî, wezîreta tenduristî ya Îranê, tûşbûna 13 kesên din bi wê Vayrosê ragehand.

 Herweha di navbnedên xwîndinê de li bajarê Qumê bo dema yek hefte xwîndin hat rawestandin û nexweşxane jî ketin rewşa amadebaşîyê de.