Bi sedema Vayrosa Korona li Îranê pişûya fermî hat ragehandin

Bi sedema Vayrosa Korona, li tevya xwîndingehên heşt parêzgehên, bo dema dû rojan pişûya fermî hat ragehandin û li hinek bajaran jî yek hefte kirin valane.

K24- Hewlêr

Bi sedema Vayrosa Korona, li tevya xwîndingehên heşt parêzgehên, bo dema dû rojan pişûya fermî hat ragehandin û li hinek bajaran jî yek hefte kirin valane.

Mesûd Seqfî, gotebêjê wezareta perwerdeya Îranê ragehand, bi sedema rêgirtinê ji belavbûna vayrosa Korona li navendên xwîndinî,  li teva ya xwîndingehên Wirmê , Tehran, Hemedan, Qezwîn, Erdebîl û Gulistan her dû rojên Yekşembîyê û Dûşembîyê pişûya fermî hetîye ragehandin. Li parêzgeha Geylan û navenda wê bo yek hefteyê pişû hatîye ragehandin.

 Li gor amara wezareta tendûristî ya Îranê, heyan niha 6 kes bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.