Koronayê.. li Îtalya çend bajarok dxsit û li Korya Başûr jî haletên din hatin tomarkirin
96 kesên din li Çînê û 2 kesên din li Korya Başûr bi Vayrosê Korona canê xwe ji dest dan.
K24- Hewlêr
96 kesên din li Çînê û 2 kesên din li Korya Başûr bi Vayrosê Korona canê xwe ji dest dan.
Desthelatdarên Çînê ragehandine, di demê 24 demjimêrên bûrî de,96 kesên din bi Vayrosa Korona li Herêma Hobî canê xwe ji dest dane û hejmara kesên ku bi wê vayrosê canê xwe ji dest dane gehiştêye 2 hezar û 442 kesan. Herweha 630 haletên din bi wê vayrosê hatine tomarkirin.
Hevdem desthelatdrên Korya Başûr jî ragehandin, 123 hevwelatîyên din tûşî wê vayrosê bûnê, duhî jî dû kesên din bi wê vayrosê canê xwe ji dest dane.
Hikûmeta Îtalya jî 11 bajarok li navçeya Lombardya daxsit, ew jî piştî ku 79 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Korona li wî bajarokî hate tomarkirin û 2 kesan jî canê xwe ji dest dabûn.
Hikûmeta Îsrayîlê jî, ji bo rêgrîkirin li belavbûna Vayrosa Korona hemû geştên asmanî jibo firokxaneyên Japon û Koriya Başûr rawestand.