Tiramp behsa kontirolkirina Korona dike

Donald Tiramp, serokê Emerîkayê ragehand, bi sedema Koronayê cîhan tûşî rewşeka dijwar bûye, lê li Emerîkayê rewş bi temamî li jêr kontirolê ye.

K24- Hewlêr

Donald Tiramp, serokê Emerîkayê ragehand, bi sedema Koronayê cîhan tûşî  rewşeka dijwar bûye, lê li Emerîkayê rewş bi temamî li jêr kontirolê ye.

Tiramp got: Gelek bi başî me her tişt li welatê xwe kontirol kirîye, lê rweşeka gelek xirab li cîhanê birêve diçe. Me li hinek cihan derîyê welatê xwe bi ser hinek welatên cîhanê daxistîye, da bizanîn çi dê rûbide. Me baştirîn pizîşk hene li hemû cîhanê û vayros jî li jêr kontirolê ye, me 12 tûşbû hene, lê rewşa piranîya wan başe û heya niha jî kesê can xwe ji dest nedaye. Min axivtin li gel serok Şî kirîye, lê arîşeyeke mezin li Çînê heye û serok Şî welatê xwe xoşdivêt û hemû karekî dike daku arîşeyê çareser bike û ez bi bawerim ku evê arîşeyê dê çaresr bike.