Çîn bajarê Wiahan vala dike, lê..
Rêjeya tuşbûyan bi vayrosa Korona zêde dibe û hikumeta Çînê radigehîne, rê didin xelk ji bajarê Wihan derkevin û bajarî çol bikin, ji bilî kesên tuşbûyî bi vayrosê divê bimînin.
K24- Hewlêr
Rêjeya tuşbûyan bi vayrosa Korona zêde dibe û hikumeta Çînê radigehîne, rê didin xelk ji bajarê Wihan derkevin û bajarî çol bikin, ji bilî kesên tuşbûyî bi vayrosê divê bimînin.
Komîteya tenduristîya Nîştîmanî ya Çînê belav kirîye, di 24 demjimêrên burî de, 151 kesên din bi vayrosa Korona canê xwe ji dest dane. Bi evê yekê jî rêjeya mirîyan li wî welatî gehişte 2 hezar û 592 kesan, herweha 409 kesên din tuşî wê vayrosê bûne û bi evê yekê jî rêjeya tuşbûyan 77 hezar burand.
Hikumeta Çînê belav kirîye, rê didîn xelkê ji bajarê Wihan derkevin û bajarî çol bikin lê tenê ew kesên wan kesên tuşî vayrosê bûne nahêlin derkevin.
Ji alîyeke dî ve, Koriya Başûr ragehand, dû kesên din li wî welatî bi sedema Koronayê li wî welatî mirine û 161 kesên din jî hevrûşî wê vayrosê bûne. Bi vî awayî jî rêjeya tûşbûyên Vayrosa Korona li wî welatî gehaye 763 kesan.