Sûriyê sê gundên din kontirol kir

Artêşa Sûriyê sê gundên nû li başûra Îdlibê kontirol kir.

K24- Hewlêr

Artêşa Sûriyê sê  gundên nû li başûra Îdlibê kontirol kir.

Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirov belav kirîye, piştî şereke dijwar di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên dijberîya wî welatî, artêşa Sûriyê şîya sê gundên din li başûra Îdlibê kontirok bike.

 Li gor Riwangehê, şerê artêşa sûriyê û komên çekdar li rojhelata bajarê Îdlibê li nêzîk rê ya M4 berdewame. Herweha firokeyên şervanên Rûsiya û Sûriyê bi berdewamî deverên jêr desthlata diberîyê burdûman dikin. Di yek roj da zêdetir ji 160 lêdanêm asmanî li bakûra rojavaya Sûriyê encam dane.

Li gor Riwangehê ji encama şerê li wê deverê 8 serbazên hikumeta Sûriyê û 11 çekdarên dijberîyê hatin kuştin.